Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Protokolê yê Rêberê Îranê red kir ku di bombebaranên Amerîka û Îsraîlê de rûyê rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê birîndar bûbe.
Birêvebirê Giştî yê Protokolê yê Ofîsa Rêberê Îranê Mezahîr Huseynî li ser rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî daxuyanî da.
Mezahîr Huseynî got, "Roja ku li Tehranê êrişî ofîs û mala Elî Xamineyî hat kirin, Mucteba Xamineyî li Ofîsa Rêbertiyê bû."
Mezahîr Huseynî da zanîn ku dema êrişê Mucteba Xamineyî ji ber zincîreyek teqînan birîndar bûye û got, "Ji çok, pişt û piştguhê xwe birîndar bû."
"Rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî baş e"
Li gorî gotinên Mezahîr Huseynî, niha rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî baş e.
Huseynî diyar kir, "Birînên wî kewiyane û ew bi temamî silamet e."
Gotegotên li ser birîndarbûna rûyê wî
