Hewlêr (Rûdaw) - Ebas Eraqçî ragihand ku di civînên koma BRICSê de hemû welat li ser wê yekê hevfikir in ku Îran serkeftiyê şerê 40 rojên dawî ye û kariye îradeya xwe li ser Amerîka û Îsraîlê bisepîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî her wiha anî zimên, "Ev şer li herêmê bûye xala werçerxanê."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî doh li ser naveroka hevdîtinên xwe yên li lûtkeya BRICSê de ji medyaya fermî ya welatê xwe re axivî û ragihand:
"Mijara hevbeş a hemû hevdîtinan, rewşa niha û ev şer û êrişên neyasayî bûn ku li ser Komara Îslamî ya Îranê hatine kirin."
Eraqçî destnîşan kir ku welatên li lûtkeyê bi baldarî li bendê bûn ku zanibin Îranê çawa parastina xwe kiriye û çawa "bi serbilindî" ji vî şerî derketiye û got:
"Xaleke ku bi baweriya min gelekî girîng e ew e ku niha hemû welat qebûl dikin ku Komara Îslamî ya Îranê serkeftiyê şerê dawî ye û kariye dijminan ji gihîştina bi armancên wan bêhêvî bike."
"Lîstikvanekî serekî yê herêmê"
