Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin îro bêhtirî hezar û 500 dolarî bilind bû û asta 80 hezar dolarî derbas kir.
Niha Bitcoinek bi nêzîkî 80 hezar û 400 dolarî tê kirîn û firotin.
Sedema bihabûna Bitcoinê ya di çend rojên borî de, hatina sermayeyê nav sindoqên veberhênana Bitcoinê ye.
Tenê di roja yekê ya vê mehê de, zêdetirî 600 milyon dolarî ketiye nav sindoqên veberhênana Bitcoinê.
