Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên ji Herêma Kurdistanê îsal li hêviya 2 milyon ton genim in.
Li gorî birêvebiriyên çandiniyê yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe, genimê îsal dê nêzîkî 2 milyon tonan be.
Encumena Wezîran a Îraqê doh bihayê kirîna genim ê 2025-2026an diyar kir.
Li gorî biryarê, tenê 400 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin.
Ji vê qebareyê 292 hezar ton di nav planê de (bi 700 hezarî) û 108 hezar tonên din jî li derveyî planê (bi 500 hezarî) ne.
“Cudakarî tê kirin”
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamîl ji Rûdawê anî zimên:
“Em bi wê biryarê ne razî ne ku ji Bexdayê hatiye dayîn. Me dest bi hewlên xwe kiriye.
Wezîrê Çandiniyê û komîteyeke me li ser xetê ne da ku ew qebareya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin were zêdekirin.
Li xwar û û naverasta Îraqê sê milyon û 800 hezar ton genim werdigirin, tiştê dimîne jî bi 500 hezar dînarî werdigirin.
Lê li Herêma Kurdistanê tenê 292 hezar ton bi 700 hezar dînarî tê wergirtin û yê din anku 108 hezar ton bi 500 hezarî.
Ev mijar siyasî ye, heke ne wilo be çima cudakarî li hemberî me tê kirin? Pêdivî ye wekî beşeke Îraqê miameleya parêzgehên din li gel me jî were kirin.”
Newzad Şêx Kamîl destnîşan kir ku li gorî vê biryarê ji bo her donimekê tenê 80-90 kîlo genim ji cotkaran tê wergirtin.
Wî diyar kir ku ev yek dibe sedem ku ji sedî 60ê genimê Herêma Kurdistanê zererê bibîne.
Hilberîna genim li Herêma Kurdistanê
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji Rûdawê re ragihand:
“Li parêzgeha Hewlêrê 952 hezar donim genim hatiye çandin ku nêzîkî 5 hezar donimî li Îdareya Serbixwe ya Soranê ye.
Tê çaverêkirin ku tevahiya berhema parêzgehê bigihe 700 hezar tonî.”
Hêmin Seyîd Murad her wiha diyar kir ku dirûn destpêka meha hezîranê dest pê dike û 40 rojan didome.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Dihokê Ehmed Cemîl ji Rûdawê re got:
“Li Dihokê 903 hezar donim zevî hatiye çandin û em li benda zêdetirî 500 hezar ton berhemî ne.
