Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina dolar û geşbîniya bi bidawîhatina şerê li Rojhilata Navîn, zêdebûna xwe ya çend rojên borî domand.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, onsa zêr bi rêjeya ji sedî 0,3yan biha bû û bi 4 hezar û 701 dolaran hat kirîn û firotin.
Doh, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 3yan zêde bûbû û heta 4 hezar û 710 dolaran bilind bûbû.
Bandora pêşniyarên li ser Tengava Hurmizê
Îran mijûlî nîqaşkirina pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer e.
