Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro di roja ewil a dan û standinên vê hefteyê de zêdetirî 4 dolaran bilind bû.
Ev bilindbûna bihayê petrolê piştî wê yekê hat ku Amerîka û Îranê li ser pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer li hev nekir.
Bihayê petrolê li bazaran
Bihayê bermîleke petrola brentê a Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê nêzîkî 4 dolaran bilind bû û bermîl bi 105 dolar û 48 sentî hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî zêdetirî 5 dolaran bilind bû û bermîla wê bi 99 dolar û 71 sentan hat firotin.
Aloziya li Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî bersiva Îranê ya ji bo bidawîkirina şer red kir.
Ji ber vê yekê jî asoya vekirina Tengava Hurmizê ya li ber keştiyên petrolê tarî bûye û ev yek bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê.
