Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, helwesta welatê xwe ya li ser operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê zelal kir.
Starmer got, "Me xeletiyên ku li Îraqê hatine kirin ji bîr nekirine. Brîtanya dê nebe parçeyek ji ti operasyonên êrişkirinê."
Keir Starmer bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke vîdeoyî belav kir.
Wî di peyama xwe de nexşerêya Londonê ya li ser pêvajoya ku bi êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kiriye parve kir.
Starmer destnîşan kir ku ji ber kiryarên "bêbextane" yên Îranê, 200 hezar welatiyên Brîtanyayê û hêzên wan ên li herêmê di bin rîskeke mezin de ne.
“Em dê ji bo 200 hezar welatiyên xwe her tiştî bikin”
Starmer bal kişand ser wê yekê ku li wan welatên dibin hedefa êrişên Îranê nêzîkî 200 hezar welatiyên Brîtanyayê dijîn.
Wî diyar kir ku karê herî li pêş ê hikûmetê parastina canê van kesan e.
Starmer anî zimên ku ji ber helwesta êrişkar a Îranê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê yên li herêmê jî di hedefê de ne.
Serokwezîrê Brîtanyayê got, "Helwesta Îranê her ku diçe xetertir dibe. Em dê ji bo parastina welatî û leşkerên xwe çi ji destê me bê bikin."
Baregehên Brîtanyayê ji Amerîkayê re hatin vekirin
Serokwezîr Starmer da zanîn ku rêya herî bibandor a rêlibergirtina êrişên mûşekî yên Îranê ew e ku mûşek berî werin avêtin bên tunekirin.
Starmer li ser peymana leşkerî ya girîng a bi Washingtonê re ev agahî dan:
"Balafirên şer ên Brîtanyayê niha li asman in û wekî beşek ji operasyonên parastinê yên hevaheng ku bi serkeftî rê li ber êrişên Îranê digirin, kar dikin.
Lê belê yekane rêya rawestandina vê gefê ew e ku em mûşekan di çavkaniya wan de, ango li navendên depokirinê yan jî li ser platformên avêtinê tune bikin.
Amerîkayê ji bo vê bikaranîna taybet û sînordar a bi armanca parastinê, daxwaza bikaranîna baregehên Brîtanyayê kiriye.
