Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê zêdetir bikin û got, “Me hîn derba xwe ya bihêz li Îranê nedaye.”
Donald Trump bi rêya telefonê beşdarî weşana CNNyê bû û li ser operasyonan axivî.
Trump diyar kir ku hêzên Amerîkayê "Îranê têk dibin" û hişyarî da ku "êrişeke mezintir bi rê ve ye."
Serokê Amerîkayê li ser rewşa şer wiha got:
"Bi baweriya min gelekî baş bi rê ve diçe. Gelekî xurt e. Artêşa herî baş a cîhanê ya me ye û em wê bi kar tînin."
Trump destnîşan kir ku hîn êrişên herî mezin pêk nehatine û got:
"Pêla mezin hîn çênebûye. Derbeya mezin dê di demeke nêzîk de pêk were."
Trump da zanîn ku dibe ku şer nêzîkî 4 hefteyan biajo û diyar kir ku ew "hinekî li pêşiya plana xwe ya demê ne."
Her wiha Trump anî zimên ku ew naxwaze şer "gelekî dirêj" bike.
Trump bangî sivîlan jî kir ku li malên xwe bimînin û got, "Derve ne ewle ye."
Helwesta welatên Kendavê
Trump êrişên Îranê yên li ser çend welatên Ereban wekî "surprîza herî mezin" bi nav kir.
Wî ragihand ku serkirdeyên herêmê di destpêkê de xwestibû ew bi awayekî sînordar beşdarî êrişên li ser Îranê bibin.
Bi gotina Trump piştî ku Îranê bi mûşekan êrişî otêl û avahiyên niştecihbûnê yên li welatên Kendavê kir, niha ew gelekî hêrs bûne.
