Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku şerê Îranê dê bi îradeya Donald Trump bi dawî bibe.
Amerîkayê Pete Hegseth li ser şerê Îranê got: "Ev ne şerekî bêdawî ye lê hinek dem pêwîst e."
Îro li Washington DCyê, Pete Hegseth û Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Dan Caine, di kongreyeke rojnamegeriyê de hûrgiliyên nû yên operasyona "Hêrsa Destanî" ya li dijî Îranê eşkere kirin.
Hegseth: Ev ne wekî şerê Îraqê ye
Wezîrê Şer ê Amerîkayê derbarê êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de got:
"Rejîma Îranê hewl dida çeka atomî bi dest bixe û mûşekên xwe bi pêş xistibûn da ku ji bo bernameya xwe ya atomî mertalekê çêbike."
Amerîkayê Pete Hegseth her wiha tekez kir ku "bernameyeke atomî ya aştiyane, ne pêwîst e di bin erdê de be."
Pete Hegseth li ser dema şer û cudahiya wî ji şerên berê jî got,"Ev şer ne wekî şerê Îraqê ye ku bêdawî be lê ji bo pêkanîna wan armancên ku Serok Trump diyar kirine hinek dem pêwîst e.
Şer dê li gorî wan şertên ku Serok Trump danîne biqede."
🔴 Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 2, 2026
“Em dest bi qonaxa sêyem a şer dikin”#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/P0vZbEbMZZ
"Îran dê qelstir bibe û em dê bihêztir bibin"
Wezîrê Şer ê Amerîkayê da zanîn ku beriya destpêkirina şer sê gerên dan û standinan çêbûn lê bê encam bûn çimkî Tehran amade nebû dest ji uranyuma dewlemendkirî berde.
Pete Hegseth her wiha got,"Roj bi roj em bihêztir û Îran jî qelstir dibe. Operasyona me ji bo jinavbirina jêrxana mûşekî, atomî, deryayî û leşkerî ya Îranê ye."
