Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di şerê bi Îranê re çar armancên wan hene û yek ji wan ew e ku Îran êdî çekan nede komên çekdar.
Donald Trump îro ragihand ku armancên wan ên derbarê Îranê de zelal in û got:
"Têkbirina şiyanên mûşekî ku mûşekên gelekî baş çêdike, têkbirina keştiyên wan ên şer ku Îran qet çeka atomî bi dest nexe û Îran êdî çekan nede komên terorîst."
Trump her wiha eşkere kir ku şerê Îranê dibe ku "çar heta pênc hefteyan" berdewam bike lê got ku ew ji bo demeke dirêjtir amade ne û "em bêzar nabin."
Serokê Amerîkayê ragihand ku operasyonên wan ên leşkerî yên li ser Îranê berdewam dikin û armanc jê nehiştina gefên Tehranê ye.
Trump her wiha got, "Me pêşbînî dikir ku çend hefteyan bajo lê me tenê di çend demjimêran de serkirdayetiya Îranê rûxand."
Donald Trump da zanîn ku artêşa welatê wî bi rêya operasyona "Hêrsa Destanî" mijûlî jinavbirina "gefên metirsîdar ên rejîma Îranê ye."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku piştî ku bi rêya operasyona "Çakûçê Nîvê Şevê" Hezîrana 2025an jêrxana atomî ya Îranê têk birin, hişyarî dabûn Tehranê ku deverên nû ji bo bipêşxistina çekan bi kar neyîne lê "wan guh neda hişyariyên me."
Trump behsa metirsiya mûşekên Îranê kir û got, "Bernameyên wan ên mûşekî bi lez bi pêş diketin û gihiştibûn Ewropa û baregehên me; di demeke nêzîk de digihîşt Amerîkayê jî.
Armanca wan ew bû ku di bin siya mûşekan de çeka atomî veşêrin."
Donald Trump careke din serbilindiya xwe bi betalkirina rêkeftina atomî ya Barack Obamayî anî ziman û ew wekî "xerab" pênase kir.
