Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump rapora fermî ya ku sedem û çarçoveya operasyona li dijî Îranê dihewîne pêşkêşî Kongreyê kir.
Trump ragihand ku operasyon bi armanca parastina berjewendiyên Amerîkayê, axa welêt û hevalbendan bi desthilata "serfermandariyê" hatiye destpêkirin.
Koşka Spî naveroka nameya ku Serok Donald Trump 2yê Adara 2026an nivîsandiye belav kir.
Trump hûrgiliyên yasayî û stratejîk ên tevgera leşkerî ya ku 28ê Sibatê li dijî rêveberiya Îranê dabû destpêkirin parve kirin.
Serokê Amerîkayê li gorî Yasaya Desthilata Şer Kongre agahdar kir.
Trump parast ku sedema sereke ya operasyonê "piştgiriya Îranê ya ji bo terora cîhanî" û "lêgerîna çekên nukleer" ye.
“Hewlên dîplomatîk bê encam man”
Trump di nameya xwe de diyar kir ku birêvebiriya Washingtonê ji bo çalakiyên Îranê gelek caran hewlên dîplomatîk dane û got:
"Tevî hemû hewlên birêvebiriya min, gefa Îranê ya li ser Amerîka û hevalbendên wê êdî gihişt asteke ku tehemulî neyê kirin.
Ji ber vê yekê, ji bo parastina gelê Amerîkayê û ewlehiya me ya neteweyî, min 28ê Sibatê fermana operasyona leşkerî ya bi lêdanên hesas da."
Armancên operasyonê: Mûşek û navendên fermandariyê
Trump di nameyê de agahiyên teknîk ên derbarê çarçoveya operasyonê de jî rêz kirin.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku hêzên Amerîkayê xalên stratejîk ên li nav axa Îranê kirine hedef.
Li gorî daxuyaniyê li cihên mûşekên balîstîk, şiyanên êrişê yên deryayî, pergalên parastina asmanî û navendên fermandari û kontrolê yên leşkerî hatiye xistin.
