Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo egera êrişeke bejahî ya hêzên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî Îranê anî zimên.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê îro belav kir ku wan di hevpeyvîneke telefonî de ji Serokê Amerîkayê pirsî ye, "Eger hêzên Rojhilatê Kurdistanê êrişeke bejahî bikin hûn dê çi bibêjin?"
Trump di bersiva xwe de gotiye, "Bi dîtina min eger bixwazin bikin dê bibe tiştekî bêhempa."
Ev yek di demekê de ye ku şeva çarşemê çend dezgehên medyaya Amerîkî û Îsraîlî nûçeyên şaş belav kiribûn.
Wan îdia kiribû ku "bi hezaran Kurdên Îraqê" li dijî hêzên Îranê dest bi êrişeke bejahî ya ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve kiriye.
Lê belê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke kurt de ev gotegot red kirin û ragihand ku ti kes ji Herêma Kurdistanê derbasî aliyê din ê sînor nebûye.
Partiyên Rojhilat jî red kirin
Her wiha hêzên Kurd ên mixalefeta sereke ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi rêya Rûdawê red kir ku wan ti hêzên xwe ber bi aliyê din ê sînor ve livandibin.
Piştî van daxuyaniyan beşeke medyaya Amerîkî raporên xwe yên şaş jê birin.
Serkirdetiya Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew naxwazin bibin beşek ji vê aloziyê.
Çarşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî tekezî li ser parastina ewlehiya sînoran kir.
