Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Ez naxwazim Kurdan derbasî nav Îranê bibin, em hevalên mezin ên Kurdan in û ez naxwazim bibînim ku Kurd êşê dikişînin û tên kuştin."
Donald Trump di dema serdana xwe ya bo Baregeha Asmanî ya Doverê de, ji rojnamegeran re axivî û got: "Em li wê vebijarkê nanêrin ku Kurd derbasî nav Îranê bibin, em gelek heval in li gel Kurdan û em naxwazin wî şerî zêdetir aloz bikin."
Trump her wiha got, "Ez naxwazim hêzên Kurdan biçin, ez naxwazim bibînim Kurd êşê dikişînin û tên kuştin
Pêwendiyeke me ya gelek baş heye, ew amade ne lê min got, ez naxwazim herin."
Pirs ji Serokê Amerîkayê li ser îhtimala çûna hêzên Kurdî ya bo nav axa Îranê hat kirin.
Trump bi awayekî eşkere ragihand, ew rê nade Kurd herin nav şerê bejahî yê li nav Îranê.
Trump got, "Em bi Kurdan re dost in, lê ez naxwazim şer ji yê heyî aloztir bikim.
Min ew yek red kiriye ku Kurd herin nav Îranê, çimkî ez naxwazim bibînim Kurd êşê dikişînin yan jî tên kuştin."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, Kurdan bixwe amadehiya xwe nîşan day lê wî wekî parastinekê ji bo Kurdan û ji bo rêlibergirtina çêbûna aloziya zêdetir di nexşeya herêmê de, ew vebijêrk daye aliyekî.
Dema jê hat pirsîn "Gelo nexşeya Îranê dê wekî xwe bimîne?" bi kurtî got, "Dibe ku wekî xwe nemîne."
Trump bi serbilindî behsa destkeftiyên leşkerî yên hefteya yekem kir û got, "Me temamiya împaratoriya şeytanî ya Tehranê text kiriye."
Li gorî gotina Trump, keştiyên şer ên Îranê bi temamî ji nav çûne û niha li binê deryayan in.
Şiyana avêtina mûşekan a Îranê ji sedî 90 daketiye û niha tenê ji sedî 9ê wê hêza Tehranê maye ku roja yekem hebû.
Hemû kargehên hilberîna mûşek û dronan bi tundî hatine lêdan û şiyana wan a nûavakirinê nemaye.
Pete Hegsethê Wezîrê Şer ê Amerîkayê jî got, "Qebareya hêza agirîn a li ser Tehranê dê rojên bê bi awayekî dramatîk bilind bibe."
