Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokwezîrê Brîtanyayê rexne kir û got, “Şandina keştiyên balafirhilgir ji aliyê Brîtanyayê ve, gaveke derengmayî û pêwîst nake.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê red kir û got ku ew dê êrişên li ser Tehranê berfirehtir bike.
Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li hemberî şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi welatê wî re gef li Trump xwar û got divê "Trump baca" wan êrişan bide.
Trump di bersivê de got, "Ez nizanim behsa çi dike, ew kî ye. Bi ti awayî girîngiyê nadim wî."
"Daxwaza teslîmbûna bêşert dike"
Serokê Amerîkayê her wiha Larîcanî û serkirdeyên din ên Îranê wekî kesên lawaz bi nav kirin û ragihand ku pêgeha wan a li herêmê ber bi nemanê ve diçe.
Trump got, êrişên asmanî yên Amerîkayê dê bidomin in û "teslîmbûna bêşert" ji Îranê xwest.
Pizîşkiyan bi paş de gav avêt
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh di peyameke vîdeoyî de ji ber êrişên tolhildanê yên artêşa welatê xwe daxwaza lêborînê ji welatên cîranên Îranê kir û ragihand ku ew dê êrişên li welatên Kendavê bidin sekinandin.
Lê belê paşê Pizîşkiyan ji daxuyaniya xwe bi paş de gav avêt.
Pizîşkiyan di posteke din a li ser medyaya civakî de ku ti daxwaza lêborînê tê de tune bû, wiha nivîsî:
"Me êrişî welatên dost û cîran nekiriye, berevajî wê me baregehên leşkerî, sazî û baregehên nukleer ên Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc."
Trump dema ku derbarê Larîcanî pirs ji wî hat kirin, wî got, "Wî niyet hebû ku dest deyne ser Rojhilata Navîn lê ji ber min bi paş de gav avêt û xwe radestî wan welatan kir."
"Hêza deryayî nema"
Trump baweriya xwe ya bi stratejî û siyasetên xwe yên li Rojhilata Navîn ducare kir û ragihand, Amerîka di lawazkirina artêş û desthilata Îranê de bi ser ketiye û ew dê berfirehkirina armancên xwe yên li navxweyî Îranê bidomîne.
