Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi hilbijartina Mucteba Xamaneyî ya wekî rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê "ne dilxweş e" û wiha difikire ku ew nikare di nav aştiyê de bijî.
Donald Trump di hevpeyvînekê de ji bo Fox Newsê amaje pê kir ku rêberê pêşîn ê Îranê Elî Xamaneyî di destpêka operasyonê de di êrişeke asmanî de hat kuştin û niha kurê wî cihê wî girtiye.
"Ez bawer nakim di aştiyê de bijî"
Serokê Amerîkayê li ser rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamaneyî got, "Ez bawer nakim ku ew karibe di nav aştiyê de bijî."
