Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku îdareya Donald Trump û Îsraîlê aloziyên xwe yên bi Tehranê re gihandine qonaxa rûbirûbûna leşkerî, cîhan li bendê ye ka ev "şerê mezin" dê kengî û çawa bi dawî bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi geşbînî behsa wê yekê dike ku dê şer "gelekî zû" biqedin.
Lê şîrovekarên siyasî û pisporên stratejîk ên li Washington û Londonê amaje bi çend senaryoyên aloz dikin ku dibe ku şer ber bi aliyeke nepêşbînîkirî ve bibe.
Andrew England û Abigail Hauslohner di raporeke şîroveyî de bal kêşandine ser 5 senaryoyên sereke yên ji bo bipêşveçûna vî şerî û ew astengiyên li pêşiya armancên ragihandî yên Trump hene.
1. Îdiaya serkeftinê bêyî peymanê
Yek ji îhtimalên herî bihêz ew e ku Trump, bêyî ku guh bide wê yekê bê ka gihîştiye armancên xwe yên leşkerî yan na, îdiaya serkeftinê bike.
Trumpê ku di bin guvaşa bilindbûna bihayê enerjiyê û lêçûna şer de ye, dibe ku bixwaze bi lez vê dosyayê bigire.
Lêkolînerê Bilind ê Enstîtuya Hudsonê Michael Doran, di wê baweriyê de ye ku Îranê stratejiyeke yekgirtî heye ji bo bilindkirina lêçûna şer bi rêya lêdana hevpeymanên Amerîkayê.
Vê yekê jî kiriye ku Trump di bin guvaşeke navxweyî ya rasteqîn de be ji bo bidawîanîna şer.
Di vê senaryoyê de, Trump dikare bibêje "Me Îran lawaz kir" û operasyonê rawestîne.
2. Senaryoya 'Venezuela' û guhertina serkirdayetiyê
Trump modela Venezuelayê wekî mînakekê ji bo guhertina serkirdayetiyê li Îranê nîşan da.
Lê ferq li vir gelek in.
Li Karakasê operasyon demkurt bû lê li Îranê şer ketiye hefteya duyemîn û zererên canî yên Amerîkî çêbûne.
Ji bilî wê, Tehranê bi destnîşankirina Mucteba Xaminêyî wekî cihgirê bavê xwe, peyameke tund ji Washingtonê re şand ku rejîm ne amade ye xwe radest bike.
Pisporê Saziya Krîzê (Crisis Group) Elî Waiz dibêje:
"Îranî pêştir dibînin wekî Maduro bin, ne wekî wan serkirdeyên ku Washington dixwaze."
3. Asêbûna dîplomatîk û redkirina peymanê
