Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê encamên şerê li dijî Îranê geşbîniyeke zêde nîşan da û got, “Îran li ber têkçûnê ye û li wî welatî kes nemaye ku biryara teslîmbûnê bide.”
Di heman demê de wî hişyarî da Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ku alîkariyên wî "gelekî dereng in".
Medyaya Amerîkayê îro ji zarê sê çavkaniyên agahdar hûrgiliyên civîneke onlinê ya serkirdeyên welatên G7ê belav kirin.
Ew civîn roja çarşemê hatibû lidarxistin.
Li gorî agahiyan, Donald Trump bi encamên operasyona "Xezeba Destanî" pesnê xwe daye.
Trump gotiye, "Min hemû kes ji wê penceşêra ku gef li cîhanê dixwar rizgar kir."
"Kes nîne teslîmbûnê ragihîne"
Trump di wê civînê de gotiye ku Îran ew qasî lawaz bûye ku ti berpirsên pilebilind li Tehranê nemaye da ku biryara teslîmbûnê îmze bike û wiha domandiye:
"Kes nizane niha kî rêber e, lewma kes nîne ku teslîmbûnê ragihîne."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku tenê 24 demjimêran piştî wê civînê, Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe ya ewil de sond xwar û wî got ku ew dê tola "şehîdan" hilînin.
Her wiha Xamineyî dabû zanîn ku li wan cihên ku dijmin lê lawaz e, ew dê bereyên nû yên şer li dijî berjewendiyên Amerîkayê vekin.
Tengava Hurmizê û bihayê petrolê
Serkirdeyên G7ê derbarê rewşa aborî û Tengava Hurmizê dilgiraniya xwe ya kûr nîşan da.
Ew ji ber wê yekê dilgiran in ku ji ber şer bihayê petrolê bi ser 100 dolaran ketiye.
Lê belê Trump hewl daye rewşê asayî nîşan bide û gotiye, "Rewşa Hurmizê ber bi başbûnê ve diçe."
