Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku lêçûna şerê li dijî Îranê ji 11 milyar dolarî derbas bûye.
Bessent her wiha da zanîn ku rewşa Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn gelekî baş e û operasyonên hêzên welatê wî ji plana ku hatibû danîn gelekî baştir bi rê ve diçin.
Scott Bessent di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir ku parastina keştiyên petrolê ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê an jî hevpeymaniyeke navneteweyî ve, her tim beşek ji plana îdareya Trump bûye.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku niha çend keştî di wê rêya avî re derbas dibin û ev jî tê wê wateyê ku ti mayînên deryayî nehatine danîn.
Bessent da zanîn, gava ku kontrola asmanî bi temamî hat kirin û şiyanên Îranê zêdetir hatin qelskirin, êdî dê proseya parastina keştiyan bi awayekî fermî dest pê bike.
Bessent her wiha got, "Niha hêza asmanî û deryayî ya Îranê nemaye û kargehên wê yên mûşekan hatine rûxandin."
Wî eşkere kir ku ji bo sîgortekirina wan keştiyên ku di Kendavê de hatûçûnê dikin 20 milyar dolar hatine veqetandin.
Mesrefa şer û aboriya Amerîkayê
Li ser mesrefa darayî yê şer, Scott Bessent eşkere kir ku heta niha mesref gihiştiye nêzîkî 11 milyar dolaran.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê piştrast kir ku ev pere nabe sedema krîzeke darayî ji bo Amerîkayê.
Scott got, "Pereyên me yên yedek hene û daxwazeke zêde li ser tahwîlên Xezîneyê yên Amerîkayê li bazarên navneteweyî heye."
Scott Bessent di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser dilgiraniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li hemberî hinek hevpeymanên xwe.
