Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku gelek welatan bi hevkariya Amerîkayê ji bo vekirin û parastina Tengava Hurmizê keştiyên şer dişînin.
Trump destnîşan kir ku wan temamiya hêza serbazî ya Îranê têk biriye lê hişyarî da ku Tehran hîn jî dikare pirsgirêkan çêbike.
Donald Trump li ser tora xwe ya civakî Truth Socialê nivîsand: "Gelek welatan bi taybetî yên ku ji ber hewildanên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmizê zerer dîtine, bi hevkariya Amerîkayê keştiyên şer dişînin da ku tengav vekirî û ewle bihêlin."
Serokê Amerîkayê li ser serkeftina êrişên serbazî yên Amerîkayê tekez kir û got:
"Me ji sedî 100ê hêza leşkerî ya Îranê têk biriye lê ji bo wan hêsan e ku dronekê du dronan bişînin, an jî mayînekê bavêjin, an jî mûşekekê bavêjin cihekê û li cem wan girîng nîne çi qasî bi xirabî hatine têkbirin."
