Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) nasnameyên 6 leşkerên xwe yên ku li rojavayê Îraqê mirine eşkere kirin.
Pêncşema borî li rojavayê Îraqê balafireke leşkerî ya Amerîkayê ketibû û ew leşker di wê qezayê de miribûn.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, her 6 leşkerên ku mirine karmendên balafira ji cureyê KC-135 bûn.
Ev balafir li hewayê sotemeniyê dide balafirên din.
Nav û bajarên leşkerên ku di qezayê de mirine wiha hatin eşkerekirin:
- John Kleiner (33): Auburn, Alabama (Hêzên Asmanî).
- Ariana Savino (31): Covington, Washington (Hêzên Asmanî).
- Ashley Pruitt (34): Bardstown, Kentucky (Hêzên Asmanî).
- Seth Koval (38): Morrisville, Indiana (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).
- Curtis Angst (30): Wilmington, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).
- Tyler Simmons (28): Columbus, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).
CENTCOM: Ne guleyên dijminan in
Lêpirsîna li ser bûyerê didome.
