Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû de bi tundî êrişî Komara Îslamî ya Îranê kir û got, “Hêz û şiyana leşkerî ya Îranê gihiştiye asta herî nizm.”
Bi gotina Trump wan jêrxaneya çêkirina dron û mûşekan a Îranê wêran kiriye.
Trump her wiha eşkere kir ku Tehran ji bo veşartina şikestinên xwe serî li teknolojiya hişê çêkirî dide.
Donald Trump dema ku ji Mar-a-Lagoyê vedigeriya Koşka Spî, di balafira serokatiyê de axivî.
Trump amaje bi wê yekê kir ku niha hêza Îranê kêm e û got:
"Depoyên wan ên mûşekan gelekî kêm bûne.
Ew tenê çend mûşekên kêm davêjin, ji ber ku tiştek di destê wan de nemaye.
Me şiyana wan a hilberîna mûşekan têk bir."
Trump derbarê dronan jî eşkere kir ku şiyana dronan a Îranê daketiye ji sedî 20î û got:
"Em êrişên xwe yên li ser wan cihên ku dron lê tên çêkirin didominin. Em cihê piraniya wan dizanin."
Tengava Hurmizê û pirsgirêka parastinê
Trump di beşeke din a axaftina xwe de rexne li siyaseta berê ya Amerîkayê girt.
Ev rexne li ser parastina asayîşa Tengava Hurmizê bûn.
Trump got, "Çima divê em Tengava Hurmizê biparêzin? Ew der ji bo Çîn û welatên din e."
Trump bi bîr anî ku nêzîkî ji sedî 90ê petrola Çînê di wê derê re derbas dibe û got:
"Divê welatên din bi xwe werin pêş û di parastina asayîşa wê herêmê de alîkariya me bikin."
Yek ji rexneyên herî tund ên Trump ên li ser Îranê mijara nûçeyên nerast bû.
Trump li ser vê yekê jî got, "Îran bi hişê çêkirî nûçeyên sexte çêdike."
Serokê Amerîkayê her wiha anî zimên ku Îranê gotiye wan êrişî keştiya balafirhilgir a Abraham Lincolnê kiriye û wêneyên şewitandina wê belav kirin.
