Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li ser baregeha leşkerî ya Fort Lesley J. McNairê ya li Washingtonê ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth lê dimînin, dronên nenas hatine tesbîtkirin.
Piştî bûyerê, asta ewlehiyê ya li baregehên leşkerî yên li seranserê Amerîkayê hat zêdekirin.
Her wiha ji bo nûneratiyên dîplomatîk ên li seranserê cîhanê "hişyariya ewlehiya gerdûnî" hat weşandin.
Li gorî nûçeya Washington Postê ya ku xwe dispêre rayedarên payebilind û raporên ewlehiyê, fikar hene ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de li kolanên Washingtonê û baregehên leşkerî yên li nav Amerîkayê belav bibe.
Gelo malên kesên payebilind dibin hedef?
Sê çavkaniyên agahdar ji Washington Postê re ragihand ku di nav 10 rojên dawî de, di şevekê de çendîn dron li ser Fort McNairê hatine dîtin.
Heta niha nehatiye diyarkirin bê ma ew dron ji kû hatine lê ji ber cidiyeta rewşê li Koşka Spî civîneke lezgîn hatiye kirin.
Hat zanîn ku rayedarên ewlehiyê guftûgoyê li ser veguhestina Wezîr Rubio û Hegseth a herêmeke din kirine lê wezîr heta niha li baregehê dimînin.
Asta alarmê bû "Charlie"
Li gel liv û tevgera dronan a li Washingtonê, asta parastinê li Baregeha Hêza Asmanî ya MacDillê ya li Floridayê û Baregeha McGuire-Dix-Lakehurstê ya li New Jerseyê derket "Charlie"yê.
Ev ast tê wê wateyê ku di destê artêşê de îstixbaratek heye ku êrişek an metirsiyek "pêkan e."
