Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Washingtonê di operasyonên xwe de serkirdayetî û hemû şiyana leşkerî ya Îranê tune kiriye.
Donald Trump diyar kir ku niha balafirên Amerîkayî bêyî ti metirsiyê li asmanê wî welatî difirin.
Serok Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku ew leşkeran naşînin nav Îranê.
Rûxandina hêza leşkerî û serkirdayetiyê
Donald Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş a bi Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichiyê re li Koşka Spî axivî.
Trump got behsa şerê Îranê kir û got, "Me hêza wan a deryayî tune kir.
Me her tiştê wan, di nav de serkirdayetiya wan jî ji holê rakir. Niha ne hêza deryayî ne hêza asmanî û ne jî ti çekên wan ê li dijî balafiran mane."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku hêzên asmanî yên welatê wî bi temamî serdest in got, "Em li her dera ku bixwazin difirin û heta ti kes guleyan li me nareşîne."
Trump li ser serkirdayetiya Îranê jî bi henekî wiha got, "Serkirdeyên wan ên nû jî nemane û niha careke din li dû serkirdeyekî din digerin."
