Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke şer a Amerîkayê ya ji cureyê F-35ê piştî ku li asmanê Îranê ji aliyê hêzên parastinê yên wî welatî ve hat armanckirin, bi neçarî li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn danî.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins îro ji medyaya welatê xwe re axivî.
Tim Hawkins ragihand ku ew balafira pêşketî ya nifşê pêncemîn dema ku "li asmanê Îranê erkeke şer bi cih dianî" rastî êrişê hatiye.
Hawkins diyar kir ku balafir piştî vê êrişê neçar maye ku li cihekî Rojhilata Navîn deyne.
Hawkins destnîşan kir ku balafir bi silametî daniye û rewşa tenduristiyê ya pîlot jî baş e.
Her wiha Berdevkê CENTCOMê da zanîn ku lêkolîna li ser hûrgiliyên rûdanê didome.
