Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump welatên endamên NATOyê wekî "bêbandor" û "tirsonek" bi nav kirin.
Sedema vê yekê ew e ku welatên endam amade nîn in ji bo vekirina Tengava Hurmizê hevkariyê bikin.
Donald Trump li ser tora Truth Socialê rexneyên tund li welatên NATOyê girtin û got, "Bêyî Amerîkayê, NATO hêzeke bêbandor e."
Trump diyar kir ku welatên NATOyê nexwestine beşdarî şerê ji bo rêlibergirtina Îraneke xwedî çekên atomî bibin.
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku şer di berjewendiya Amerîkayê de ber bi dawiyê ve diçe, ew tenê gazinan ji bihabûna bihayê petrolê dikin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku hevalbendên NATOyê naxwazin ji bo vekirina Tengava Hurmizê alîkar bin, di demekê de ku parastina ewlehiya wê deverê tenê "manoreke leşkerî ya sade" ye û metirsiya wê gelekî kêm e.
Trump destnîşan kir ku girtina Tengava Hurmizê "tenê sedema bilindbûna bihayê petrolê ye."
Donald Trump bi zimanekî tund hişyarî da NATOyê û got, "Tirsonekno! Em dê vê yekê ji bîr nekin!"
