Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund dide Îranê ku divê di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmizê veke.
Trump got ku eger Tengava Hurmizê neyê vekirin Amerîka dê êrişî santralên karebayê yên Îranê bike û wan ji holê rake.
Serokê Amerîkayê Trump li ser tora medyaya civakî ya Truth Socialê parvekirinek kir.
Trump got, "Eger Îran bi temamî û bêyî metirsiyê ji niha ve heta 48 demjimêrên din Tengava Hurmizê veneke, Amerîka dê êrişî santralên cuda yên karebayê yên Îranê bike û wan ji holê rake."
Trump her wiha diyar kir, eger tengav neyê vekirin "Em dê destpêkê ji santralên mezin dest pê bikin."
Ev yek di demekê de ye ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihandibû, wan bi bikaranîna bombeyên kûrbir (bunker buster) saziyeke binerdê ya li peravên Îranê wêran kiriye.
Bi vê yekê re jî şiyana Îranê ya ji bo metirsiya li ser Tengava Hurmizê kêm bûye.
Di heman demê de ji xeynî Amerîkayê 22 welatan girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve bi tundî şermezar kir.
Bipêşketinên din ên şer
Sîstemên parastina asmanî yên Îsraîlê di xistina mûşekên Îranê de têk çûn.
Ji ber vê yekê li du bajarokên başûrê Îsraîlê zêdetirî 100 kesî birîndar bûn.
Tîmên rizgarkirinê ragihand ku li bajarokê Eredê 75 kes birîndar bûne û rewşa 23 kesan metirsîdar e.
Ev yek jî çend demjimêran piştî wê yekê çêbû ku li bajarê Dîmonayê 33 kesên din birîndar bûbûn.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku êrişa li Dîmonayê bersiva bombebarankirina saziya nukleerî ya Netenzê ya li Îranê bûye. Li Dîmonayê jî saziyeke nukleerî heye.
Îmarat tê bombebarankirin
Îmaratê ragihand ku Îranê êrişî wan kiriye. Ev êriş piştî wê yekê hat ku Tehranê hişyarî dabû da ku ew giravên nêzîkî Tengava Hurmizê ji bo êrişkirinê neyên bikaranîn.
Giravên Ebû Mûsa û Tonba Mezin di bin kontrola Îranê de ne lê Îmarat wan wekî axa xwe dibîne.
Di heman demê de Îmaratê li Dubayê nexweşxaneyeke Îranî girtiye.
G7 daxwaza rawestandina êrişên Îranê dike
Wezîrên karên derve yên welatên G7ê (Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîka) û Yekîtiya Ewropayê daxwaza rawestandina êrişên Îranê yên li ser welatên Rojhilata Navîn kir.
Wan daxwaz kir ku ev êriş "yekser û bê merc" werin rawestandin. Wan her wiha piştgiriya xwe ji bo mafê parastinê yê wan welatan ragihand.
Alîkariya tenduristiyê ji bo Beyrûtê
