Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Temyîzê ya Den Haagê jineke Holendî bi tohmeta 4 tawanên ku li Sûriyeyê û welatên din kirine, darizand û ew ceza kir.
Tawanên wê jinê endamtiya rêxistina terorê ya DAIŞê, amadekarî ji bo tawanên terorê, bi zanebûn hiştina zarokê xwe yê biçûk di rewşeke bêçare de û kolekirina jineke Êzidî ne.
Dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê li wê jinê birî û biryar da ku tazmînat ji bo jina Kurd a Êzidî were dayîn.
Jina bi navê Hasna A. ya 34 salî 2015an li gel kurê xwe yê biçûk ji bajarê Enschedê berê xwe dabû Sûriyeyê da ku li "xîlafetê" bijî.
Li wir bi çekdarekî DAIŞê re zewicî û malbat ava kir.
Ew 4 salan li gel malbata xwe li herêma şer jiya.
Piştî ku 2019an derbasî kampan bû, 2022yan Holendayê ew ji Kampa Rojê ya Rojavayê Kurdistanê vegerand welêt.
Koletiya li dijî mirovahiyê
Wê jinê dema li Sûriyeyê bû, jineke Kurd a Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, nêzîkî mehekê wekî kole bi kar anî.
Wê jinê ferman didan jina Kurd a Êzidî da ku karên malê bike.
