Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku encama dan û standinên li gel Îranê êdî girêdayî Tehranê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îranî ji bo peymanekê li ber me digerin, ne ez. Ew ji bo peymanekê li ber me digerin. Em dê bibînin ka em dikarin peymanekê bikin an na."
Serokê Amerîkayê di civîna kabîneyê ya li Koşka Spî de rewşa dawî ya li ser rojeva Îranê nirxand.
Trump da zanîn ku dan û standinên li gel Îranê didomin û destnîşan kir ku ew naxwazin di dawiya vê pêvajoyê de çekên nukleerî di destê Tehranê de bibînin.
'Biryar di destê wan de ye'
Serokê Amerîkayê diyar kir ku niha şansekî Îraniyan heye ku peymanekê bikin û biryara peymanê êdî di destê wan bi xwe de ye.
Trump axaftina xwe wiha domand:
"Şansê Îranê yê berdana armancên nukleerî û diyarkirina rêyeke nû êdî di destê wê bi xwe de ye.
Em dê bibînin ka ew dixwazin vê yekê bikin an na.
Heger ew nexwazin, em dê bibin kabûsa wan a herî mezin."
Trump anî ziman ku heger ew bi Îranê re peymanekê bikin dê Tengava Hurmizê vebe û her wiha destnîşan kir ku Îranî li ser maseya dan û standinan "gelekî zîrek û serkeftî ne."
'Îran têkçûna xwe qebûl dike'
