Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hevkarên xwe yên nêzîk re gotiye ku ew amade ye dawî li operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bîne.
Ji vekirina deriyên dojehê yên li ber Îranê, heta bi amadebûna rawestandina şer û vekişînê, ev nêrîna niha ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Şîrovekar Mark Cancian li ser vê mijarê got, "Em hêvî dikin ku ev rast be lê ez wisa nafikirim ku ew qasî hêsan û sade be.
Trump carinan daxuyaniyên nakok dide lê di dawiyê de ew wê pêngavê diavêje ku berê xwe jê re amade kiriye."
Operasyoneke sînordar
Medyaya Amerîkayê li ser zarê berpirsên Birêvebiriya Trump ragihand ku serok û şêwirmendên wî gihîştine wê baweriyê ku operasyoneke leşkerî ya mezin a ji bo vekirina Tengava Hurmizê, dê şer ji wê çarçoveya demkî ya ku Trump diyar kiriye gelekî derbas bike.
Lewma Trump biryar daye ku destpêkê li armancên sereke bixe.
Wate, ew dê destpêkê hêza deryayî û hêza mûşekan a Îranê asteng bike û piştre bi rêya guvaşên dîplomatîk an jî bi alîkariya hevalbendên xwe ji bo vekirina rêya avî bixebite.
