Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Amerîkayê ragihand ku li nêzîkî bajarê Îsfehanê yê Îranê 2 dronên pêşketî yên cureyê MQ-9 Reaperê ji dest dane.
Bi vê pêşhata dawî re, hejmara dronên Reaperê yên ku Amerîkayê ji destpêka şer ve li Îranê ji dest dane derket 16an.
Li gorî nûçeya televîzyona CBSyê ya Amerîkayê ew her du dron dema ku li herêmên navxwe yên Îranê karê îstixbarat û keşfê dikirin ketine.
Li aliyê din, medyaya Îranê li ser zarê Supaya Pasdaran ragihand ku dron li asmanê Îsfehanê ji aliyê pergala parastina asmanî ya xwemalî û kurtemenzîl a bi navê Mecîd ve hatine armancgirtin û xistin.
Li gorî raporê, kêmasiya herî mezin a Reaperan ku wekî "Nêçîrvan-Kujer" jî tên naskirin ew e ku hêdî difirin.
Berovajî balafirên şer ku leza wan di demjimêrekê de digihêje 1.900 heta 3 hezar kîlometreyan, ev dron herî zêde bi leza 482 kîlometreyan difirin.
Ev yek jî wan dike armanceke hêsan ji bo pergalên parastina asmanî yên modern.
Reaperên ku stûna sereke ya fîloya dronên Amerîkayê ne, dikarin 27 demjimêran li asman bimînin.
Her wiha ev dron dikarin 16 mûşekên "Hellfire" yan jî bombeyên zîrek ên "Paveway" hilgirin.
