Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bi operasyona bi navê "Xezeba Destanî" şiyana leşkerî ya Îranê heta radeyeke mezin nemaye û gefa xwar ku em dê Îranê vegerînin “Serdema Kevirîn.”
Donald Trump di axaftina xwe ya "Banga li Neteweyê" ya li Koşka Spî de, li ser rewşa operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê û paşeroja herêmê daxuyaniyên krîtîk dan û got:
"Em dê di nav 2-3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li wan bixin û em dê wan vegerînin cihê ku lê ne, yanî Serdema Kevirîn."
Trump Îran wekî "sponsora yekem a terorê ya cîhanê" bi nav kir û diyar kir ku Amerîka nêzîkî armancên xwe yên stratejîk bûye û Rojhilata Navîn êdî herêmeke azadtir e.
“Şiyana leşkerî ya Îranê hat rûxandin”
Trump encamên operasyona ku nêzîkî mehekê ye didome û wekî "Xezeba Destanî" tê binavkirin parve kirin û diyar kir ku artêşa Îranê derbeke giran xwariye û wiha axivî:
"Heta vê êvarê hêzên deryayî yên Îranê hatin tunekirin, hêzên wan ên asmanî wêran bûne.
Zincîra fermandariyê û kontrolê ya Supaya Pasdaran bi temamî rûxiyaye. Platformên avêtina mûşek û dronan hatine tunekirin, di destê wan de gelek kêm mûşek mane."
Trump her wiha eşkere kir ku wan di çarçoveya operasyonê de bi balafirên bombebaranê yên B2 êrişî tesîsên nukleer ên Îranê kiriye û biland:
"Me hemû tesîsên nukleerê bi erdê re kirin yek. Êdî metirsiya ku Îran bibe xwedî çeka nukleer bi dawî bûye."
“Pêdiviya me bi petrola Rojhilata Navîn nîne”
Serokê Amerîkayê bal kişand ser serbixwebûna welatê xwe ya di warê enerjiyê de û got ku welatê wî êdî ne hewcedarê petrola Rojhilata Navîn e.
Trump bi bîr anî ku Amerîka ji Rûsya û Erebistana Siûdî zêdetir petrolê hildiberîne û wiha li pey çû:
"Êdî pêdiviya me bi wê petrolê nîne ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
