Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump bi fermî rizgarkirina pîlotê duyem ê Amerîkayê yê ji nav Îranê ragihand.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ev operasyon wekî "yek ji operasyonên herî wêrek ên lêgerîn û rizgarkirinê ya di dîroka Amerîkayê de" bi nav kir.
Trump di peyama xwe de got: "Me ew dît!".
Her wiha da zanîn ku pîlotê hatiye rizgarkirin efserekî pilebilind e û niha "selamet û tendurist e".
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku ev efser "li çiyayên Îranê û li pişt xetên dijmin bû. Di wê demê de hêzên Îranê li dû wî digeriyan û gav bi gav nêzîkî wî dibûn."
Serokê Amerîkayê Donald Trump got:
"Ew ti carî bi tenê nebû. Çimkî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Trump bi xwe), Wezîrê Şer, Sererkanê Giştî yê Hevbeş û hevçeperên wî 24 demjimêran çavdêriya cihê wî dikir."
Trump her wiha anî zimên ku bi fermana wî, artêşa Amerîkayê "bi dehan balafir bi çekên herî kujende yên cîhanê" ji bo anîna wî şandine.
Her çend pîlot birîndar bûbe jî, Trump dilniyayî da ku ew dê "baş bibe".
