Pekîn (Rûdaw) - Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike û ji sedî 20ê bazirganiya petrolê ya deryayî asteng kiriye, bihayê petrolê ji sedî 40 heta 50î zêde kir.
Ev rewş dibe sedem ku şofêrên Çînî berê xwe bidin otomobîlên karebayî yên ku mesrefên wan kêmtir in.
Di heman demê de, ev yek serdestiya Pekînê ya di hilberîna "otomobîlên enerjiya nû" de li cîhanê xurttir dike.
Şerê Îran-Îsraîl-Amerîkayê ji aliyê Saziya Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ve wekî "mezintirîn qutbûna dabînkirinê ya di dîroka bazara petrolê ya cîhanê de" hat pênasekirin.
Destpêka meha Adarê, bermîleke petrola Brentê bû 120 dolarî.
Şofêrên Çînî yên ku li stasyonên sotemeniyê rûbirûyî bihayên giran dibin, bilez berê xwe didin alternatîfên karebayî.
Wang Hengê ku li Pekînê şofêrtiya taksiyê dike ji bo Rûdawê ragihand:
"Ji ber bihabûna petrolê, min di demeke nêzîk de ev otomobîla karebayî kirî, çimkî mesrefê wê gelekî kêmtir e."
Wang Xiao Xiaoya ku li heman bajarî wekî pisporeke çavkaniyên mirovî dixebite diyar kir ku ji ber bihabûna petrolê ew bi biryar e otomobîleke karebayî bikire.
Wê destnîşan kir ku kalîteya otomobîlên karebayî yên Çînî ji bo çûn û hatina rojane ya li nav bajêr hêsan e û bihayê wan jî guncav e.
Di firotinê de zêdebûneke mezin
Çîn beriya ku şerê li Îranê dest pê bike jî nêzîkî nîvê otomobîlên şarjî yên cîhanê hildiberand. Bi vî şerî re, Çînê leza xwe ya di vî warî de zêdetir kir.
Li gorî amarên Yekîtiya Otomobîlên Rêwiyan a Çînê (CPCA), meha Adarê firotina otomobîlên enerjiya nû gihîşt derdora 900 hezar adedî.
Ev reqem li gorî meha Sibatê ku 464 hezar otomobîl hatibûn firotin, ji sedî 94 zêdebûnekê nîşan dide.
Heta çaryeka ewil a sala 2026an, hejmara giştî ya otomobîlên karebayî û hîbrît ên li Çînê ji 36 milyonî derbas bûye.
