Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû ya derbarê şerê Îranê de ragihand, Amerîkayê bi rêya Kurdan ji bo xwenîşanderan çek şandine lê ew "difitike ku Kurdan ew çek ji bo xwe birine."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke kanala Fox Newsê de got: "Me gelek çek ji bo wan (xwenîşanderên Îranê) şandin. Me çek bi rêya Kurdan şandin."
Trump her wiha li ser mijarê got, "Ez bawer dikim Kurdan ew çek ji bo xwe birin."
Gefên tund ên li ser Îranê
Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da birêvebirên Îranê û ragihand, eger Tehran bi lez peymanekê îmze neke, ew dê vebijêrkên leşkerî yên gelekî tund bi kar bîne.
Trump got, "Eger Îran bi lez peymanê, ez difikirim ku ez her tiştî biteqînim û dest deynim ser petrolê jî."
Serokê Amerîkayê tekez kir ku armancên wan ên paşerojê rûxandina piran û stasyonên hildiberîna karebayê yên li seranserê wî welatî ne, da ku Îran bi temamî felc bike.
