Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke herêmî ji CNNê re ragihand ku piştî pêşniyara Pakistanê ya agirbesteke du hefteyî û dirêjkirina demê, ji her du eniyên Amerîka û Îranê di demeke nêzîk de "nûçeyên baş" tên pêşbînîkirin.
Çavkaniyê îdia kir ku dibe alî îşev bigihin peymanekê.
Di demekê de ku ji dema krîtîk a Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Îranê diyar kiribû re kêmtirî 2 demjimêran mane, di kulîsên dîplomatîk de tevgereke mezin heye.
Çavkaniyeke bilind a herêmî ya ku ji CNNê re axivî, îdia kir ku hevdîtinên bi navbeynkariya Pakistanê têne meşandin gihiştine xaleke erênî.
"Dibe ku peyman îşev were kirin"
Wê çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku piştî Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf daxwaz ji Serok Trump kir da ku wê dema ji bo vekirina Tengava Hurmizê daye du hefteyan dirêj bike, pêvajo bileztir bûye.
Li gorî agahiyên çavkaniyê, li ser formuleke ku dê rê bide her du aliyan (Washington û Tehran) ku gavan bi paş ve biavêjin lihevhatin çêbûye û tê çaverêkirin "îşev peymanek were îmzekirin."
