Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî êriş û bombebaranên li ser Îranê 2 hefteyan rawestandine.
Trump destnîşan kir ku ev agirbesteke dualî ye û bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump di peyama xwe de anî zimên ku ew bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re axiviye.
Li gorî daxuyaniya Trump, rayedarên Pakistanê ji wî xwestiye ku wê hêza wêranker a ku biryar bû îşev biçe Îranê bide sekinandin.
Mercê vekirina Tengava Hurmizê
Trump diyar kir ku wî daxwaza Pakistanê qebûl kiriye lê mercekî wî heye û got:
"Bi mercê ku Komara Îslamî ya Îranê razî bibe ku Tengava Hurmizê bi awayekî TEMAMÎ, LEZGÎN û EWLE veke, ez qebûl dikim ku bombebaran û êrişa li ser Îranê du hefteyan rawestînim. Ev dê bibe AGIRBESTEKE dualî!"
Pêşniyara 10 xalî ya Îranê
