Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihand ku agirbesta 2 hefteyî ya di navbera "Îran û Amerîka û hevpeymanên wê" de, Libnan û herêmên din jî li xwe digire.
Serokwezîrê Pakistanê Şerîf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek parve kir.
Wî diyar kir ku ew "kêfxweş e" ku aliyên şer li ser agirbestê gihiştine peymanê.
Şerîf destnîşan kir ku agirbesta 2 hefteyî ya di navbera "Îran û Amerîka û hevpeymanên wê" de, Libnan û herêmên din jî li xwe digire.
Wî her wiha eşkere kir ku ev biryar "yekser ketiye dewrê."
Şerîf ev biryara agirbestê wekî "gaveke aqilane" pênase kir.
