Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser agirbesta bi Îranê re got, " Lihevkirina bi Îranê re serkeftineke ji sedî 100 e."
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ragihandina agirbesteke duhefteyî ya li gel Tehranê, di peywendiyeke telefonî ya bi Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re daxuyand ku ev "serkeftineke temam û giştî ye."
Trump her wiha tekezî li ser rola Çînê û çarenivîsa uranyuma Îranê kir.
Dema ku jê hat pirsîn ka piştî vê peymanê dikare serkeftinê ragihîne yan na, Trump bi daxuyaniyeke piştrast bersiv da û got:
“Belê, ev serkeftineke temam û giştî ye. Ji sedî 100. Di vê de ti gumaneke biçûk jî nîne.”
Peymana 15 xalî
Derbarê wan xalên ku hîn nehatine zelalkirin de, bi taybetî jî derbarê mijara Tengava Hurmizê de, Trump amaje pê kir ku peymaneke 15 xalî di destê wan de ye û wan li ser piraniya xalan li hev kiriye.
Serokê Amerîkayê got, “Bila em bibînin ka dê çi biqewime û gelo ew dê pêk werin an na.”
Dema ku jê hat pirsîn eger peymana dawî neyê îmzekirin, gelo ew dê vegere ser gefên xwe yên berê yên wêrankirina binesaziya Îranê, Trump tenê got:
“Ev tiştekî wiha ye ku divê hûn li bendê bin heta ku hûn pê bihesin.”
Rola Çînê û mijara uranyumê
Serokê Amerîkayê piştrast kir ku Çîn di qanîkirina Îranê ya ji bo rûniştina li ser maseya dan û standinan û beşdariya di vê peymanê de xwedî rol bûye.
Yek ji xalên herî girîng ên gotûbêjê mijara uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bû.
Di vê mijarê de Trump piştrastî da ku bi wî karî re "bi awayê herî baş miamele tê kirin" û got:
“Eger ew mijar nehatiba çareserkirin, ez ti carî bi vê peymanê razî nedibûm.”
