Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriya aramî û aştiya li herêma Kendavê didomînin.
Pekînê welatên herêmê teşwîq kir ku pêwendiyên dostane û cîrantiyeke baş ava bikin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê di bersiva pirsa Birêvebirê Ofîsa Çînê ya Rûdawê Mehdî Ferec de li ser agirbesta demkî ya navbera Amerîka û Îranê axivî û da zanîn:
"Çîn her tim piştgirî dide aramî û aştiya li herêma Kendavê û alîkariya welatên herêmê dike ku bigihêjin cîrantiyeke baş û dostane."
Wezareta Karên Derve ya Çînê hêvî kir ku aliyên pêwendîdar derfeta aştiyê bi kar bînin.
Wezaretê destnîşan kir ku divê bi rêya diyalog û şêwirê cudahî werin çareserkirin ku aramî li Kendav û Rojhilata Navîn pêk were.
Pekînê tekez kir ku dirêjkirina şer û piralîbûna nakokiyan ne di berjewendiya ti aliyan de ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê agirbesteke du hefteyî ya welatê xwe û Îsraîlê ya li gel Îranê ragihandibû.
