Hewlêr (Rûdaw) - Îsmaîl Beqayî li ser dan û standinên 21 saetan ên li gel şandeya Amerîkayê ya li Îslamabadê daxuyanî dan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ev dîplomasî wekî "dewama cîhada pîroz" pênase kir û mercên xwe yên li ser maseyê rêz kirin.
Piştî "Hevdîtinên li Îslamabadê" yên ku bi navbeynkariya Pakistanê bi rê ve çûn, Beqayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxandineke berfireh kir.
Wî tekezî li ser çareseriya pêvajoyê û xetên sor ên Îranê kir.
Beqayî diyar kir ku ji destê sibehê ve dan û standin bê rawestan didomin û gelek peyam û metn hatine pevguhertin.
Berdevk li ser rojeva sereke ya hevdîtinan wiha axivî:
"Di 24 demjimêrên dawî de; mijara Tengava Hurmizê, pirsgirêka nukleerî, tazmînata şer, rakirina cezayan û bidawîhatina temamî ya şerê li Îran û herêmê bi hemû aliyên xwe ve hatine gotûbêjkirin."
"Me bêwefaiya Amerîkayê ji bîr nekiriye"
Beqayî di axaftina xwe de rexneyên tund li Amerîka û Îsraîlê girtin û got:
"Me bêwefaiyên Amerîkayê ji bîr nekirine û em dê ji bîr nekin.
Em dê sûcên wan û rejîma Siyonîst ên di dema şerên ferzkirî de kirine efû nekin."
