Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar ragihand ku di dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de yên li Îslamabadê peymanek pêk nehatiye.
Mihemed Îshaq Dar piştî ku her du alî li ser çarçoveyeke hevpar pêk nehatin, bal kişand ser girîngiya agirbestê û diyar kir ku divê alî pêbendî sozên xwe bin.
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê li ser dan û standinên Îran û Amerîkayê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar spasiya Îran û Amerîkayê kir ku daxwaza Pakistanê ya ji bo dan û standinên aştiyê qebûl kiriye.
Dan û standin 24 saetan ajotin
Dar eşkere kir ku şandeya bi birêvebiriya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şandeya bi serokatiya Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance nêzîkî 24 saetan dan û standinên dijwar kirine.
Wezîrê Pakistanî destnîşan kir ku aştî û aramiya mayînde ne tenê ji bo herêmê lê ji bo hemû cîhanê girîng e û got:
“Ji bo her du aliyan gelekî girîng e ku pêbendî sozên xwe yên agirbestê bin.”
