Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê civîneke sêalî di navbera Washington, Tel Avîv û Beyrûtê de saz kir.
Armanc destpêkirina dan û standinên rasterast û pêkanîna aştiyê di navbera Îsraîl û Libnanê de bû.
Civîn îro bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Şêwirmendê Wezaretê Mike Needham, Balyozê Amerîkayê yê Libnanê Michel Issa, Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter û Balyoza Libnanê ya Amerîkayê Nada Mouawad hat lidarxistin.
Ev hevdîtin wekî gotûbêja yekem a asta bilind a di navbera hikûmetên Îsraîl û Libnanê de ji sala 1993ayn û vir ve tê tomarkirin.
Piştgiriya Amerîkayê ji bo bidawîanîna serweriya Îranê
Li gorî daxuyaniyeke hevpar a her sê aliyan, Washingtonê pîrozbahî li her du welatan kiriye.
Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo planên hikûmeta Libnanê yên ji bo vegerandina desthilata çekan ji bo destê dewletê û bidawîanîna "serweriya Îranê" ya li wî welatî ragihand.
Washington hêvî dike ku ev gotûbêj bibin sedema îmzekirina peymaneke berfireh a aştiyê ku ji peymana 2024an berfirehtir be.
Amerîkayê her wiha tekez kir ku her peymana ji bo rawestandina "kirdariyên dijminane, divê tenê bi navbeynkariya Washingtonê be."
Mercên Îsraîlê û daxwazên Libnanê
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, Îsraîlê di civînê de pabendiya xwe ji bo dan û standinên rasterast nîşan da û daxwaza bêçekkirina hemû komên nedewletî û hilweşandina binesaziyên wan ên leşkerî li Libnanê kir, "da ku ewlehiya gelên her du welatan misoger bibe".
