Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku piştguhkirina yasayên navneteweyî li Rojhilata Navîn, cîhanê ber bi alozî û wêraniyê ve dibe.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku nakokiyên niha tenê bi rêya dîplomasiyê çareser dibin.
Guterres eşkere kir ku ji bo destpêkirina ducare ya dan û standinên Washington û Tehranê hêviyeke mezin heye.
"Yasayên navneteweyî tên binpêkirin"
Antonio Guterres di konferanseke rojnamegeriyê de li navenda Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê de rêzgirtina li yasayên navneteweyî "tê binpêkirin."
Guterres got, “Sivîl rastî ziyanên gelekî mezin tên, heta parastina karmendên Neteweyên Yekbûyî jî nayê liberçavgirtin.”
Wî destnîşan kir ku bêyî hebûna yasayan, nearamî û bêbawerî bi awayekî metirsîdar belav dibe.
Rola Pakistanê ya di dan û standinan de
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku “îhtimaleke zêde heye” dan û standinên Amerîka û Îranê dîsa dest pê bikin.
Guterres anî zimên, “Ne rast e ku em li bendê bin pirsgirêkeke wisa dûvdirêj di rûniştinekê de çareser bibe.
Loma divê dan û standin berdewam bikin û agirbest were parastin.”
