Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin kirine û di navbera her du welatan de agirbesteke 10 rojî hatiye ragihandin.
Donald Trump derbarê agirbesta navbera Îsraîl û Libnanê daxuyaniyek belav kir.
Trump di daxuyaniya xwe de got, "Min nû bi Serokkomarê Libnanê yê gelekî rêzdar Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Bibi (Benjamin) Netanyahu re hevdîtinên gelekî baş kirin."
Agirbesteke 10 rojî
Trump anî zimên ku her du serkirdeyan li hev kiriye û got:
"Ji bo pêkanîna aştiyê ya di navbera welatên wan de, ew dê saet 17:00an (bi dema rojhilatê Amerîkayê - EST) bi awayekî fermî dest bi agirbesteke 10 rojî bikin."
Piştî 34 salan yekem hevdîtin
Di berdewamiya daxuyaniyê de Trump ragihand ku roja sêşemê piştî 34 salan nûnerên her du welatan cara ewil li Washingtona paytext bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiyane.
