Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya peymaneke aştiyê ya bi Îranê re de, Washington û Tehran dê bi hev re û bi bikaranîna sondajên mezin, uranyumê ji qadên nukleerî yên Îranê derxin û veguhêzin Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke rêxistina Turning Point USAyê ya li Phoenixa eyaleta Arizonayê de gotarek pêşkêş kir.
Donald Trump di gotara xwe de hûrgiliyên nû li ser çawaniya miamelekirina li gel uranyuma Îranê eşkere kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe de got:
"Hinek kes dipirsin em dê çawa dest deynin ser wê toza atomî?
Em dê bi Îranê re û bi bikaranîna hejmareke zêde ya amûrên taybet bigihêjinê.
Pêdiviya me bi sondajên herî mezin heye ku hûn nikarin di xeyala xwe de jî bînin."
Serokê Amerîkayê her wiha amaje pê kir:
"Em dê bi hev re li gel Îranê biçin hundir û uranyuma hatiye dewlemendkirin bi dest bixin.
