Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, berbanga şemiyê li "Odeya Rewşên Awarte" ya li Koşka Spî civîneke bilez û awarte kir.
Di civînê de krîza nû ya Tengava Hurmizê û paşeroja dan û standinên bi Îranê re hatin gotûbêjkirin.
Ev yek di demekê de ye ku tenê çar roj ji bo bidawîbûna agirbestê mane.
Du berpirsên payebilind ên Amerîkayê ji Ajansa "Axios"ê re ragihand, civîn bi beşdariya Alîkarê Serok J.D. Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegseth û Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent hat lidarxistin.
Her wiha Seroka Dîwana Koşka Spî Susie Wiles, Birêveberê CIAyê John Ratcliffe û Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine jî beşdarî civînê bûn.
"Şer dê ducare dest pê bike"
Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê derbarê civînê de ji ajansê re axivî û hişyarî da:
"Eger di demek nêzîk de bipêşketineke dîplomatîk çênebe, şer dê di rojên bê de ducare dest pê bike."
Ev civîn piştî wê yekê hat ku Tehranê, kêmî 24 saetan piştî geşbîniya Trump a ji bo gihiştina peymanê, careke din girtina Tengava Hurmizê ragihand û êrişî çend keştiyên bazirganiyê kir.
