Hewlêr (Rûdaw) - Serdana krîtîk a Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance a Pakistanê ya ji bo dan û standinên Îran û Amerîkayê di xuleka dawî de hat bipaşxistin.
Di heman demê de bêdengiya Îranê ya li ser rûniştina li ser maseyê didome.
Di demekê de ku ji bo bidawîhatina agirbesta du hefteyî tenê çend saet mane, nebawerî û nezelaliya di navbera aliyan de bandoreke neyînî li ser hewlên dîplomatîk dike.
Rayedarên Koşka Spî ragihand ku serdana JD Vance a Îslamabadê ya ku biryar bû vê sibehê zû dest pê bike hat bipaşxistin.
Rayedarekî bilind ê ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku biryar hat dayîn ku Cîgirê Serok li Washingtonê bimîne û beşdarî hinek civînên polîtîk ên li Koşka Spî bibe.
Vê bipaşxistinê dilgiraniyên li ser pêvajoya dan û standinan û îhtimala lihevhatina aliyan zêdetir kirin.
Pakistan li benda bersiva Îranê ye
Hikûmeta Pakistanê ya ku ragihandibû ew amade ye mazûvaniya gera duyem a dan û standinan bike, li benda pejirandina fermî ya Tehranê ye.
