Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê dê demeke kurt bide aliyên li Îranê da ku li ser pêşniyareke hevpar li hev bikin.
Axiosê da zanîn, eger wisa nebe, Trump dê agirbesta ku sêşemê dirêj kiribû, bi dawî bîne.
Sê berpirsên Amerîkayî ji malpera "Axios"ê re ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye tenê 3 heta 5 rojên din dem bide Îraniyan da ku "mala xwe rêk bixin", lê wan tekezî li ser wê yekê kir ku ev dem "bêdawî nabe."
Têkçûna desthilatê li Tehranê
Li gorî raporê, danûstandinkarên Amerîkayî di wê baweriyê de ne ku peyman hîn jî mimkin e lê ew dilgiran in ku li Tehranê kesekî xwedî biryar hebe.
Di raporê de hat gotin, Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî kêm caran pêwendiyan datîne.
Her wiha di navbera generalên Supaya Pasdaran û danûstandinkarên sivîl ên Îranê de li ser stratejiya şer û aştiyê alozî û nakokiyeke tund heye.
Berpirsekî Amerîkayî got, "Em li Îranê di navbera leşkerî û dîplomatan de parçebûneke tam dibînin.
Ti alî ji wan nikare bigihîje rêberê bilind ku ew jî bersiva kesî nade."
Li gorî berpirsên Amerîkayê, di êrişa Amerîka-Îsraîlê ya 28ê Sibatê ya li ser Îranê de, li gel kuştina Elî Xamineyî, Rêberê berê yê Îranê, kurê wî Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû.
8ê Adarê, Mucteba wekî Rêberê Îranê hat destnîşankirin.
Bandora kuştina Elî Larîcanî
Berpirsên Washingtonê di wê baweriyê de ne ku ev tevliheviya li Tehranê beşek jê ji ber kuştina Elî Larîcanî, Sekreterê berê yê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ye ku di meha Adarê de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.
Li gorî rapora Axiosê, Larîcanî ew kesayet bû ku dikarîbû biryaran bike yek.
