Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê ragihand ku di şerê li Îranê de ku 7 hefte li pey xwe hiştine, hejmara leşkerên Amerîkayê yên birîndar gihîşt 400î.
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku piraniya birîndaran karmendên Hêzên Bejayî ne.
Di hefteya 7emîn a şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê de, Pentagonê li ser zereran daxuyaniyeke nû belav kir.
Di daxuyaniya fermî de hat piştrastkirin ku ji destpêka şer ve, ji yekîneyên cuda bi giştî 400 leşker birîndar bûne.
Di rapora hûrgilî ya Pentagonê de, dabeşbûna leşkerên birîndar a li gorî yekîneyên wan jî diyar bû.
Li gorî raporê, Hêzên Bejayî bi 271 birîndaran di rêza yekem de ne ku herî zêde zerer dîtiye.
