Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Kongreya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo kêmkirina bandora Îranê ya li Îraqê nîşan da.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ragihand ku lawazbûna Îranê dê alîkariya Bexdayê bike ku hikûmeteke "dadperwer û azad" ava bike.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku li Îraqê dan û standinên ji bo diyarkirina serokwezîrekî nû didomin.
Joe Wilsonê endamê Kongreya Amerîkayê û ji Partiya Komariyan ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Wilson diyar kir ku bala wî ya li ser Îraqê ji ber wê yekê ye ku her du kurên wî li wir erkê leşkerî bi cih aniye û got:
"Armanca sereke ew e ku bandora Îranê neyê hiştin."
